Li Bokanê pirtûkxaneyek ji bo nexweşên penceşêrê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Encûmena Xêrxwaziyê ya Umêd, dest bi kampanyayeke taybet ji bo avakirina pirtûkxaneyekê ji bo nexweşên penceşêrê û komkirina alîkariyên darayî kiriye. Armanca sereke ya vê pêngava mirovî ew e ku hem ji aliyê manewî ve piştgiriyê bide nexweşan, hem jî ji bo hewcedariyên wan ên dermankirinê bibe alîkar.

Kampanya, ku li navenda bajêr birêve diçe, bang li xêrxwaz û welatiyan dike ku bi bexşandina pirtûkan an jî bi alîkariyên darayî piştgiriya vê projeyê bikin.

Rêveberê Encûmena Xêrxwaziyê ya Umêd Xefûr Şêxî ji Kurdistan24 re ragihand: "Me bi du awayan daxwaz ji welatiyên xwe yên hêja kiriye ku alîkariya encûmenê bikin. Yan pirtûkên ku li malên xwe hene û êdî pêdiviya wan pê nîne, weke diyarî bibexşînin pirtûkxaneya Umêdê, yan jî bi her mîqdarekî be, alîkariyeke darayî pêşkêş bikin."

Armanca vê projeyê ne tenê avakirina pirtûkxaneyekê ye. Encûmena Umêd plan dike ku hem bi riya pirtûkan asta zanîn û hişmendiya nexweşan li ser penceşêrê bilind bike, hem jî bi riya endamtiya pirtûkxaneyê (abonetî), dahatekê ji bo piştgiriya darayî ya nexweşan peyda bike.

Ev kampanya rastî piştgiriyeke berfireh ji aliyê helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên herêmê ve jî hatiye.

Helbestvan û wergêr Emîn Gerdîglanî bal kişand ser girîngiya xebatên Encûmena Umêdê û got: "Encûmena Umêd girîngiyeke mezin dide kesên ku bi nexweşiya penceşêrê ketine. Ez hêvîdar im ku xelkê Bokanê û derdora wê, li her derê Kurdistanê bin, beşdarî vê kampanyayê bibin, da ku ew nexweşên ku serdana encumenê dikin, bi destên vala venegerin."

Herwiha mamoste Pirşeng Îlxanîzade jî amaje bi aliyê manewî yê piştgiriyê kir û got: "Nexweşên me li benda dilovanî û hezkirinê ne. Her tim dilxweşî bi pereyan nabe; carinan pirtûkek dikare dilxweşiyeke pir mezin bide. Divê em destê xelkê bigirin, da ku Xwedê jî destê me bigire."

Kampanya dê di 15'ê Mijdarê de, bi lidarxistina merasîmeke taybet a rêzgirtinê ji bo xêrxwazan li Hola Sîmurg a bajarê Bokanê, bi dawî bibe. Encûmena Umêd herwiha ragihand ku piştî vekirina pirtûkxaneyê, ew ê bi berdewamî panel û konferansên zanistî li ser nexweşiya penceşêrê lidar bixin.

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment