Pervîn Buldan: Ji bo pêvajoya aştiyê êdî pêwîstî bi pêngavên yasayî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan ragihand, ji bo serxistina pêvajoya aştiyê, êdî pêwîstî bi pêngavên yasayî yên şênber heye. Buldan bang kir ku yasayeke taybet ji bo pêvajoyê were derxistin, komîsyona parlamentoyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicive, û girtiyên siyasî werin azadkirin.

Pervîn Buldan îro 13ê Mijdarê ji ajansa “Mezopotamya” re got: "Ji bo ku pêvajoya aştiyê serkeftî be, pêwîstiya me bi yasayeke taybet heye ku vê pêvajoyê biparêze." 

Herwiha destnîşan kir jî, divê komîsyona parlamentoyê ya ku ji bo pêvajoya aştiyê hatiye damezrandin, serdana Abdullah Ocalan bike û di demeke nêz de raporekê amade bike ku tê de pêşniyarên ji bo reformên yasayî hebin û wê pêşkêşî parlamentoyê bike.

"Danîna Çekan bi Yasayê Leztir Dibe"

Buldan tekez kir, derxistina yasayeke taybet dê rasterast bandorê li ser pêvajoyê bike û got: "Bi derxistina yasayeke taybet, prosesa danîna çekan a PKKê dê leztir bibe. Kurd aştî dixwazin û nabe ev pêvajoya ku dest pê kiriye, paşde vegere û bi ser nekeve."

Banga Azadkirina Girtiyên Siyasî

Buldan di heman demê de bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got: "Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo azadkirina Selahattin Demirtaş, ew heta niha nehatiye azadkirin. Pêwîst e desthilatdarî li gorî ruhê vê pêvajoyê gav bavêje û girtiyên siyasî azad bike."

Herwiha Pervîn Buldan hişyarî da ku gelek alî hene dixwazin pêvajoya aştiyê têk bibin û nehêlin biser bikeve, lê divê rê li ber van hewldanan were girtin.

 
Fly Erbil Advertisment