Banga ji Enqereyê re: Pêvajoya çareseriyê bi yasayan misoger bikin

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedar û mafnasên Bakurê Kurdistanê bang dikin ku di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de demildest gav werin avêtin û divê akahî nekeve pêvajoyê da ku pêvajo rastî provakasyonan newe. Parlementerên DEM Partiyê dibêjin êdî dem hatiye kurd jî xwe din ava Hiquqa Tirkiyeyê de bibînin, da ku zemîn şer û pevçunan ji holê rabe.

Di çarçoveya pêvajoya nû ya çareseriya pirsa kurd de Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê 16 civîn pêk anî û niha raya giştî çaverê ye ku derbarê çareseriya pirsa kurd de gavên hiquqî werin avêtin. Siyasetmedarên Kurd balê dikêşin ji ber kurd din ava hiquqa Tirkiyeyê de cih nagirin pirsa kurd derketiye holê û kûr bûye. Siyastmedar dibêjin, êdî dem hatiye ku li Tirkiyeyê kurd jî di nava pergala hiquqî de cih bigirin da ku sedemên pirsa kurd ji holê rabin û êdî zemîna şer û pevçunan dernekeve holê.

Parlementerê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Serhat Eren ji K24ê re got: “100 sal in kurd derveyî hiquqê ne êdî kurd dixwazin bikevin nav hiquqê, zimanê kurdan nehatiye hesibandin, nasnameya wan nehatiye hesibandin, kurd dibêjin me dest ji çekan berdaye û li bendê ne ku gav werin avêtin da ku ew jî vegerin nav hiquqê.”

Mafnas jî derbarê pêvajoyê de balê dikêşin ku divê di pêvajoyê de valahî çênebe û demildest bi gavên şênber ên hiquqî pêvajo were pêşxistin da ku derfeta provakasyonê ji ti aliyan re çênebe.

Mafnas Enes Akdemîr dibêje: “Divê gavên qanunî werin avêtin, gavên îdarî werin avêtin, çiqasî ev pêvajo radiweste em dikevin nav metirsiyê ku gelo dê provakasyonek çêbe  an ne, ev pêvajo divê zirarê nebîne, ev pêvajo bo kurd û tirkan gelek girîng e.”

Mafnas û siyasetmedar balê dikêşin ku pêşhatên qada navneteweyî, rudanên rojhilatanavîn pêdiviya avêtina gavên lezgîn derdixe holê ku ev yek bo ewlekariya pêvajoyê girîng tê dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment