Komkujiya Sînemaya Amûdê: Birîna ku 65 sal in sax nebûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Di 13ê Mijdara 1960an de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, rûpeleke reş li dîroka mirovahiyê zêde bû. Îro, piştî 65 salan, ew roj û êşa wê hîn jî taze ye. Di wê roja bi navê "Şewata Sînemaya Amûdê" de, 283 zarokên Kurd ên bêguneh bûn qurbanî.
Çawa Karesat Qewimî?
Li gorî agahiyan, di wê rojê de Rêveberê Navçeya Amûdê, bi hinceta komkirina alîkariyê ji bo Şoreşa Cezayîrê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî yên Amûdê bi zorê berhev kiribûn, da ku li Sînemaya Şehrezad li fîlmekî temaşe bikin. Nêzîkî 500 zarokên Kurd li saloneke ku tenê ji bo 200 kesî bû, hatin komkirin.
Piştî ku zarok ketin hundir, deriyên sînemayê ji derve ve li ser wan hatin girtin. Di demekê de ku fîlm dihat nîşandan, agir bi avahiya sînemayê ket. Zarokên ku di nav tirs û xofê de man, hewl dan xwe xilas bikin, lê ji ber ku derî girtî bûn, di nav pêtên agir û dûmanê de asê man û bi şewatê an jî bi xeniqînê jiyana xwe ji dest dan.
Lehengê ku Xwe Feda Kir
Di nav wê karesatê de, lehengê Kurd Mihemed Seîd Axayê Deqorî derket pêş. Wî bi wêrekî xwe avêt nav agir û karî canê nêzîkî 12 zarokan rizgar bike, lê di dawiyê de ew bi xwe jî di nav pêtên agir de şehîd bû û navê xwe di dîrokê de weke sembola fedakariyê tomar kir.
Gumanên li ser Bûyerê
Her çend 65 sal di ser re derbas bûbin jî, gelek kes û çavkaniyên dîrokî bawer dikin ku ev şewat ne rûdaneke rasthatinê bû, lê çalakiyeke plankirî ya rejîmê ya li dijî Kurdan bû. Girtina deriyan ji derve, komkirina hejmareke zêde ya zarokan li cihekî teng û nebûna lêkolîneke cidî li ser bûyerê, van gumanan xurttir dikin.
Îro, li cihê sînemayê, baxçeyek û bîrdariyek ji bo bîranîna wan şehîdên zarok hatiye avakirin. Nav û wêneyên wan zarokên bêguneh, wê roja reş û êşa ku nayê jibîrkirin, her tim tînin bîra nifşên nû.
