Banga DTSOyê ji Balyozên Yekîtiya Ewropayê re: Piştgiriyê bidin Pêvajoya Çareseriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke payebilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji balyozên welatên endam pêk dihat, serdana Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) kir. 

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, di dema pêşwazîkirina şandeyê de, bal kişand ser girîngiya qonaxa siyasî ya heyî. Kaya got: "Em weke nûnerên cîhana kar a herêmê, daxwaz dikin ku Yekîtiya Ewropayê roleke erênî bilîze û piştgiriyê bide pêvajoya çareseriya pirsa Kurd." 

Mehmet Kaya herwiha tekez kir ku tevkariya YE dikare ji bo serkeftina pêvajoyê bibe alîkar.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Şandeya Yekîtiya Ewropayê Jurgîs Vîlcînskas anî ziman ku ew haydar in ku Tirkiye di "pêvajoyeke hestiyar û girîng" re derbas dibe. 

Vîlcînskas da zanîn, ew ê li ser wê yekê gotûbêjan bikin ka Yekîtiya Ewropayê çawa dikare bi awayekî erênî beşdar bibe û sûdê bide vê pêvajoyê.

Herwiha tekez kir ku ew ê karsaz û kompaniyên herêmê handan bidin da ku zêdetir sûdê ji projeyên Yekîtiya Ewropayê werbigirin.

Serdana şandeya Yekîtiya Ewropayê ji bo Diyarbekirê, ku weke navenda siyasî û aborî ya Bakurê Kurdistanê tê dîtin, di demekê de pêk tê ku gotûbêjên li ser çareseriya pirsa Kurd di rojevê de ne.

 
Fly Erbil Advertisment