Wezareta Berevaniyê: 2 mûşek li Şamê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihand, paytext Şam rastî êrişeke mûşekî hatiye. Li gorî daxuyaniyê, du mûşekên ji cureya "Katyuşa" li taxên sivîlan ên li herêma Mezze û derdora wê ketine.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ve hatiye belavkirin de, hatiye gotin ku êriş "xapînok" bû û mûşek ji derdora bajêr ber bi taxên niştecihbûnê ve hatine avêtin.

Diyar kir jî, di encama êrişê de, hejmarek sivîl birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne.

Wezaretê herwiha eşkere kir, bi hevkariya Wezareta Navxweyî, wan dest bi lêkolînê kiriye ji bo zelalkirina vê êrişa "gunehkar". Hêzên ewlehiyê niha delîlan kom dikin û hewl didin ku cihê avêtina mûşekan û rêça wan diyar bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, ew ê di şopandina berpirsiyarên vî karê tawankar de nesekinin. Herwiha soza "wergirtina tedbîrên tund" li dijî her kesê ku bi ewlehiya paytextê bilîze û jiyan û aramiya Sûriyan bike armanc, hatiye dayîn.

 
Fly Erbil Advertisment