Çiyavanekî Kurd, Alaya Kurdistanê li ser lûtkeya herî bilind a Etiyopyayê bilind kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Çiyagerê Kurd ê ji Hewlêrê Mihemed Bawekir ku endamê Rêxistina Çiyageriyê ya Heloyê Paytext e, di pêngaveke nû ya werzîşî de, Ala Kurdistanê li ser lûtkeya herî bilind a welatê Etiyopyayê bilind kir.
Bawekir, li ser rûpela xwe ya Facebookê, hûrgiliyên vê serkeftinê parve kir û wiha nivîsand: "Roja 14ê Mijdarê, piştî hilkişîneke ku şeş saetan dom kir, ez ligel komeke çiyagerî ya pirneteweyî, gihiştim lûtkeya 'Ras Dashen' a li zincîreçiyayên Simien ên li bakurê Etiyopyayê."
Herwiha da zanîn jî, ev lûtke bi bilindahiya xwe ya 4 hezar û 543 metreyî, weke şeşemîn lûtkeya herî bilind a parzemîna Efrîkayê tê hejmartin.
Mihemed Bawekir yek ji çiyagerên naskirî yên Kurdistanê ye. Wî beriya niha jî di çalakiyeke din a girîng de, ligel komeke çiyageran a ji Bakurê Kurdistanê, bi serkeftî gihiştibû lûtkeya Çiyayê Agiriyê.
