Berpirsekê Hizbulahê di êrîşeka asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî çavkaniyên ewlehiyê û berpirsên Libnanê, berpirsekê Hizbulaha Libnanî duhî (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) êvarê di êrîşeka asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê ragihand ku, droneka Îsraîlî ew êrîş kiriye û timbêla wî berpirsê Hizbulahê li Mensûrê li başûrê Libnanê kiriye armanc û agir berbûye wê timbêlê.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di beyannameyekê de piştrast kir ku di wê êrîşê de sivîlek hatiye kuştin. Herwesa Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku, ew kesê hatiye kuştin birêvebirê dibistana giştî ya wî bajarî bû.

Çavkaniyekê ji Hewalgiriya Artêşa Libnanê ji Ajansa Şînhwayê re ragihand ku, ew qurbanî, ji bilî ku birêvebirê dibistanê bû, di eynî demê de berpirsekê Hizbulahê jî bû.

Alozî li ser sînorê başûrê Libnanê berdewam in. Tevî hebûna agirbestekê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de, ku ji roja 27ê Mijdara 2024ê ve kar pê tê kirin, artêşa Îsraîlê car car ji bo "nehêlana gefan" li başûrê Libnanê êrîşên asmanî li dijî endamên Hizbulahê pêk tîne.

 
Fly Erbil Advertisment