Donald Trump: Em cezayên giran li ser Îranê disepînin

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand: “Her welatekê ku bi Rûsyayê re serederiya bazirganî bike, em dê wî welatî ceza bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) di konferanseka rojnamevanî de got: "Komarî niha mijûlî amadekirina projeqanûnekê ne da ku cezayan li ser her welatekê ku bi Rûsyayê re serederiya bazirganî bike bisepînin." Amaje jî da: “Dibe ku ew qanûn Îranê jî vegire.”

Serokê Amerîkayê herwesa got: “Wekî ku hûn dizanin, ev pêşniyara min e, ji ber vê yekê her welatekê ku bi Rûsyayê re serederiya bazirganî bike, cezayên pir giran dê li ser wî welatî bên sepandin. Dibe ku Îran jî yek ji wan welatan be, wekî ku min pêşniyar kiriye.”

Heftiya borî, Birêvebiriya Trump cezayên herî nû li ser çend kesatî û şîrketan sepandin ku piştgiriyê didin Tehranê. Berpirsên Îranê jî ew ceza neqanûnî binav kirin, herwesa ragihand ku ew dê bizavên xwe bidomînin da ku wan cezayan rakin ên ku aboriya welatê wan dijwar kiriye.

Waşintonê ceza li ser du ji mezintirîn şîrketên petrolê yên Rûsyayê, Roz Neft û Lock Oil, û şîrketên hevkarên wan sepandin, ku zêdetirî 50% par hene. Ew ceza pîşesaziyên berevaniyê, bank û şîrketên enerjî û teknolojiyê vedigirin.

Armanca sereke ya Amerîkayê ji wan cezayan kêmkirina dahata Rûsyayê ji firotina petrol û gazê ye, ku çavkaniya sereke ya piştgiriya darayî ya şerê Ukraynayê ne, da ku Rûsyayê neçarî agirbestê û tevlîbûna di danûstandinên aştiyê yên bi Kîevê re bike.

 
Fly Erbil Advertisment