Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê PDKê: "Em bi encamên hilbijartinê dilxweş in

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Êmînkî ragihand, ew ji encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê kêfxweş in û got: "Hejmara deng û kursiyên me di asta pêwîst de ne."

Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê PDKê Cafer Êmînkî îro 17ê Mijdarê di daxuyaniyeke rojnamevanî de li Bexdayê diyar kir, ew ji roja 16ê Mijdarê ve, ji bo berawirdkirina encamên xula şeşem a hilbijartinên parlamentoyê çûne Bexdayê. 

Êmînkî da zanîn, wan deng û hejmara kursiyên PDKê yên ku ji aliyê jûra wan a hilbijartinê ve hatine hejmartin, bi amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re dane ber hev. Li gorî gotinên Êmînkî, cudahiya di navbera hejmarên jûra hilbijartinê ya PDKê û yên Komîsyonê de "gelek kêm bûye." 

Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê PDKê tekez kir û got: "Niha em piştrast in ku ne kesî dengên me birine û ne jî me dengên kesî birine, ji ber ku destkarîkirina sîstema hilbijartinê (ya Komîsyonê) ne pêkan e. Herwiha piştî hejmartina wan heft sindoqên Hewlêrê yên ku mabûn, 606 dengên me zêde bûn."

Êmînkî amaje bi wê yekê kir, armanca sereke ya beşdarbûna wan di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, nîşandana hêza wan a rastîn li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê bûye û wiha axivî: "Me ev yek jî kir. Hejmara deng û kursiyên me di asta pêwîst de ne û me serkeftineke mezin bi dest xist. Em ji encaman gelekî kêfxweş in."

Herwiha hat destnîşankirin ku PDKê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, bêyî ku ti tifaqeke siyasî pêk bîne, herî zêde deng wergirtine, ku zêdetirî milyonek û 90 hezar deng e.

Pêvajoya Hilbijartinê

Hilbijartinên giştî yên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê roja 11ê Mijdarê û dengdana taybet jî roja 9ê Mijdara 2025an, li parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê hatibûn lidarxistin. Li gorî amarên komîsyonê, rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de %82.42 û di dengdana giştî de jî derdora %54.35 bû.

Roja Çarşemê, 12ê Mijdarê Komîsyona Hilbijartinan encamên destpêkê yên herdu proseyan eşkere kiribûn. Li gorî wan encaman, Partiya Demokrat a Kurdistanê weke partiyekê, bi wergirtina zêdetirî milyonek û 90 hezar dengî, li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê bûbû yekem.

 
Fly Erbil Advertisment