Temellî: Li Tirkiyeyê sîstema dadgehê bûye siyasî
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê Sezaî Temellî, sîstema dadweriyê ya Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û ragihand, daraz bi temamî siyasî bûye û dewleta yasa ji pîvanên xwe dûr ketiye. Temellî da zanîn ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nayên bicihanîn û di vê çarçoveyê de bang kir ku Selahattîn Demîrtaş demildest were berdan û komîsyona parlemenê jî serdana Îmraliyê bike.
Sezaî Temellî îro 18ê Mijdarê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, piştî biryara DMMEyê, diviyabû Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bihata berdan, lê heta niha ji bo neberdana wî ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Temellî got, "Daraza siyasî xwe li kerr û laliyê daniye. Lê biryara DMMEyê tekez û zelal e, divê Demîrtaş û hevalên wî yên ji heman dozê tên darizandin tavilê bên berdan. Dadgeha Îstînafê bi bicihneanîna biryarê sûc dike."
Temellî herwiha da zanîn, dadgehên Tirkiyeyê pabendnebûna bi biryarên DMMEyê û Dadgeha Destûrî re weke tiştekî "asayî" dibînin, ku ev yek nîşana krîzeke kûr a hiqûqî ye.
‘Bila komîsyon biçe girava Îmraliyê’
Li ser pirsa rojnamevanan a derbarê serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, Temellî hêviya xwe anî ziman ku komîsyona parlemenê vê mijarê bikeve rojeva xwe û got: "Bendewariyeke me ya wiha heye. Me beriya niha jî ev xwestibû. Hêvîdar im dema sibe komîsyon dicive, vê mijarê bixe rojeva xwe û bêyî ku dereng bikeve biryara çûyîna giravê bide."
Temellî herwiha behsa amadekariyên ji bo "yasayeke taybet" kir û diyar kir ku ew li bendê ne komîsyon heta dawiya salê rapora xwe amade bike, da ku prose bi awayekî tendirust bimeşe.
