Bi amadebûna Serok Barzanî Korbenda MEPS li Dihokê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî sibe 18ê Mijdarê Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê dest pê dike.
Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîr ê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan, sibe 18ê Mijdarê Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê dest pê dike.
Herwiha hejmareke mezin ya kesayetiyên siyasî, akademîsyen, nivîskar û lêkolînerên ji Amerîkaya Bakur, Ewropa û Rojhilata Navîn jî dê beşdarî panel û gotûbêjên forumê bibin, da ku li ser kêşe û pêşhatên herî dawî yên herêmê rawestin.
Zanyariyên Weşana Zindî:
Frequency feed:
Eutelsat 7C
FR: 11684
POL: V
