Dîdara MEPS bi beşdariya 150 serkirdeyên navxweyî û navdewletî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dîdara MEPS sibe 18ê Mijdarê bi beşdariyeke berfireh li Dihokê dest pê dike. Tê payîn ku 150 serkirde û kesayetên payebilind ên siyasî û ewlehiyê ji 25 welatên cîhanê beşdarî korbendê bibin.

Di dîdarê de, ku yek ji girîngtirîn çalakiyên siyasî yên salê ye li herêmê, dê guherîn û aloziyên li Rojhilata Navîn, û bi taybetî pirsa avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê piştî hilbijartinan, bên gotûbêjkirin.

Beşdariyeke Payebilind

Di nav beşdarên herî payebilind de Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî cih digirin. 

Herwiha kesayetên weke Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, Serokwezîrê berê yê Urdinê Beşîr Xesawne, Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer û Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê bo Kendavê Luigi Di Maio jî dê amade bin.

Mijarên girîng di rojevê de ne

Dîdara îsal di demekê de tê lidarxistin ku hefteyek bi ser hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê re derbas bûye. Ji ber vê yekê, tê çaverêkirin ku pêkanîna hikûmeta nû û pêwendiyên Iraqê bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re bibe mijareke sereke. 

Herwiha, guherînên li Sûriyeyê, pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, şerê dawî yê Îran û Îsraîlê, û peymana agirbestê ya li Xezzeyê jî dê di panelên dîdarê de bên nirxandin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment