Hêmin Hewramî: Dîdar MEPS derfetek e da ku cîhan pêşketina Kurdistanê bibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Mekteba Rêkxistinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand, Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) ji bo Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyeke taybet e û weke "derfeteke zêrîn" binav kir ku serkirde, biryarder û lêkolînerên cîhanê ji nêz ve pêşketina Herêmê bibînin.

Hêmin Hewramî di hevpeyvîneke ligel Kurdistan24ê de diyar kir, ev dîdar ne tenê serkirdeyan, lê hejmareke mezin ji lêkolînerên navdar ên ji navendên girîng ên cîhanê li Dihokê tîne cem hev da ku nirxandinê li ser rewşa herêmê bikin.

Hewramî tekez kir, lidarxistina dîdarê li Herêma Kurdistanê rê dide van kesayetên navdewletî ku "ji nêz ve bibin şahidên pêşketin û avedaniya berçav a Herêma Kurdistanê, herwiha hewl û projeyên ku Hikûmeta Herêmê ji bo xizmetkirina welatiyan pêk anîne."

Hewramî bal kişand ser asta bilind a beşdaran, awayê gotûbêjan û kalîteya analîzên ku di dîdarê de tên pêşkêşkirin û got: "Kesên gelekî girîng ji navendên lêkolînê yên cîhanî niha hatine Dihokê. Ev yek dikare ji gelek aliyan ve pêwendiyên baş û berjewendiyên mezin ji bo Herêma Kurdistanê bi xwe re bîne, bi taybetî di warê dîplomasiya akademîk de."

Derbarê "dîplomasiya akademîk" de, Hewramî da zanîn ku armanc ew e ku lêkolîner û akademîsyenên biyanî werin Herêma Kurdistanê û rastiya rewşê li ser erdê bibînin. Bi vî awayî, gotûbêjên zanistî ne tenê li ser Kurdistanê, lê li ser rewşa Rojhilata Navîn û siyaseta hêzên cîhanê, ji navendeke akademîk a weke Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê tên meşandin.

Hewramî got jî, ew kar û projeyên ku li Zanîngeha Dihokê tên kirin, mînakeke berbiçav a pêşketina akademîk a Herêma Kurdistanê ye, ku li ti cihekî din ê Iraqê hevwateya wê nîne.

 
Fly Erbil Advertisment