Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) îro li Dihokê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dihokê, îro 18ê Mijdara 2025an, şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) dest pê dike. Korbend, ku weke platformeke girîng ji bo gotûbêjkirina paşeroja herêmê tê dîtin, di bin serperiştiya Serok Mesûd Barzanî de birêve diçe.
Di korbendê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesayetiyên akademîk ên payebilind ên herêmî û navdewletî beşdar dibin.
Armanca sereke ya korbenda îsal, nirxandina kêşe û aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn e, ligel lêgerîna li rêyên çareseriyên demdirêj ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde. Tê payîn ku gotûbêj bi taybetî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê, herwiha li ser ewlehî û aramiya giştî ya herêmê bisekinin.
Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê weke sponserê medyayî yê fermî yê korbendê, dê di rojên lidarxistinê de çalakî û panelên Korbenda MEPS 2025 bi awayekî zindî li ser ekrana televîzyonê, malper û platformên xwe yên medyaya civakî biweşîne.
Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn, korbendeke salane ye ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê - Dihok ve tê organîzekirin û cara yekem di sala 2019an de hat lidarxistin. Di korbendê de dê gelek panel li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, kêşeyên ewlehî, aborî û siyasî yên herêmê û cîhanê birêve biçin.
