Mehmet Emîn Aktar: Kurdan gav avêtin, lê dewlet bêdeng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê ligel di çarçoveya banga rêberê PKKê Abdullah Ocalan de avêtina gavan ji aliyê PKKê ve berdewam e, neavêtina gavên şênber ango yaseyî ji aliyê desthilatê ve dibe cihê gazinan. Serokê berê baroya Diyarbekirê Mehmet Emîn Aktar dide zanîn ku prose xitimiye û ji ber neavêtina gavên yaseyî yekalî dimeşe. Siyasetmedar Akin Birdal jî dibêje ji bo aştiyeke bi rûmet pêwîstî bi rûbirûnekê heye.

Li Tirkiye proseya aştiyê ya Tirkiyeyê, piştî navbereke biqasî du hefteyan, careke din li hev kom dibe. Pirsgirêka herî krîtîk a rojevê ew e ku, gelo komîsyon dê karibe serdana Girava Îmraliyê bike, an na. Her çend PKK'ê beriya civînê ragihandibe ku hêzên wan ên li Zapê (ku rîska şer li ser wan bû) di 16'ê Mijdarê de vekişiyane qadên guncav, gazindên li ser proseyê zêde dibin. Sedem ev e: Tevî gavên PKKê yên erênî, desthilat tu gavên yasayî navêje.

Mehmet Emîn Aktar, Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê, anî ziman ku neavêtina gavên qanûnî dibe sedema şikestinê û hêviya civakê ya sereke ew e ku kesên çek berdidin bi ewlehî vegerin malên xwe.

Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re got: “Proses nameşe an jî yekalî dimeşê. Gav ji aliyê Kurdan ve ji aliyekî hatine avêtin, lê dewlet gavên nû naavêje. Pêdiviya me bi çi heye? Li parlamento divê yaseyê li dar bixe. Ji aliyê yaseyî ve gava guhertin çênebe, gav neyên avêtin, di pêşî de tiştê ku moral bide civakê, hêvî li civakê ava bike. Çi ne ev? Girtiyên nexweş in an jî kesên weke Doza Kobanî, Selahattîn Demirtaş û hevalên xwe ne ku DMME jî îxlal tespit kiriye ku biryara dadgehê bÊ cibicîkirin û bên berdan. Bi ya min ji vî aliyî ve jî xitimiye, pêşve naçe.

Akin Birdal jî dibêje, dive prose ji bo aştî û jiyaneke azad weke fersendekê bê nirxandin û ger tê xwestin ev pêvajo bi rastî ber bi aştiyê ve biçe lazim e rêyeke aştiyê bê vekirin ku ziman, çand û hişmendiyeke aştiyê biafirîne û behsa pêwîstiyên yaseyî dike.

Siyasetmedar Akin Birdal dibêje: “Ji bo aştiyeke civakî, ji bilî sûcdarên li dijî mirovahiyê, efûyeke giştî divê demildest bê ragihandin. Divê girtiyên siyasî û nexweş bên berdan. Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û Yaseya Ceza ya Tirk divê bên betalkirin û qadeke bo axaftin, nîqaş û pirsan bê afirandin. Aştiyeke bi rûmet bê xwestin, divê bi rabirdûyê re rûbirûbûnek çêbibe. Demirtaş, Yuksekdağ û hevalên ku ji ber 'kumpasê' girtî ne, divê lazim e werin.”

Komisyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê, 18ê mehê wê guhdariya Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstîxbaratê Îbrahîm Kalin bike. Bendewarî ev e ku, piştî vê civînê, desthilat êdî derbasî qonaxa derxistina yaseyan bibe.

 
Fly Erbil Advertisment