Sûdanî: Derbarê yasaya hilbijartinê de ez bi Serok Barzanî re hevnêrîn im
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di hevpeyvîneke taybet de li Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê, bi awayekî zelal ragihand, kevneşopiya dabeşkirina sê postên serokatiyan nayê guhertin. Di heman demê de piştgiriya xwe ji bo nêrînên Serok Barzanî yên derbarê guhertina yasaya hilbijartinê de anî ziman.
Sûdanî eşkere kir ku piştî hilbijartinan, hewlên ji bo avakirina hikûmetê dest pê kirine û got: "Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê beşeke sereke ya Çarçoveya Hemahengiyê ye. Duh jî, hevpeymanî civiya û biryar da ku bloka herî mezin a parlamentoyê ava bike." Diyar kir jî, ew ê bi hemû aliyên siyasî re bikevin nav gotûbêjan ji bo diyarkirina bernameya hikûmetê û dabeşkirina postan.
Kevneşopiya dabeşkirina serokatiyan nayê guhertin
Derbarê daxwaza hin aliyên Sunne ji bo wergirtina posta Serokkomariyê, Sûdanî ev yek bi awayekî eşkere red kir û got: "Ew kevneşopiya siyasî ya ku ji bo dabeşkirina sê serokatiyan (Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê) di navbera pêkhateyên sereke de heye, li ser bingeha berjewendiya giştî ya welat hatiye danîn û em ti sedemekê ji bo guhertina wê nabînin."
Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku berjewendiya hemû Iraqiyan li pêş berjewendiyên şexsî û partiyan e.
"Ez jî weke Serok Barzanî ji yasaya hilbijartinê nerazî me"
Serokwezîrê Iraqê piştgiriya xwe ji bo nêrînên Serok Barzanî yên derbarê yasaya hilbijartinê de nîşan da û got: "Em jî weke birêz Serok Barzanî di wê baweriyê de ne ku gelek deng pûç dibin. Dema me dengên hevpeymaniya xwe li ser kursiyan dabeş kir, me jî dît ku gelek dengên me ji dest çûn. Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê milyonek û 317 hezar deng wergirtin, lê ev hejmar bi hejmara kursiyên me re nagunce."
Sûdanî da zanîn, divê di parlamentoyê de bi riya diyalogê yasayeke nû û dadperwer were danîn ku "nûnertiya dengê rastîn ê welatiyan bike û rê li ber windabûna dengan bigire."
Li ser pirsa derbarê zextên derve de, Sûdanî got: "Ez di du hikûmetên berê de wezîr bûm û niha jî Serokwezîr im, em rûbirûyî ti zexteke derve nebûne. Iraq nabe meydana pevçûna ti welatekî. Ew gotinên ku di medyayê de behsa zextan dikin, dûrî rastiyê ne."
Li ser pirsa gelo ew ê di xula dahatû de jî bibe Serokwezîr, Sûdanî got: "Ev ne xwestekeke şexsî ye, belkî amadebûnek e ji bo hilgirtina berpirsiyariyê, da ku em projeya ku me dest pê kiriye, temam bikin. Ya girîng ew e ku proje çawa ye û em çawa dikarin xizmeta gelê xwe bikin."
