Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê re civiyan û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û peymanan tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm re civiya.
Herdu aliyan di wê civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên parlementoyê û bizav û nîqaşên aliyên siyasî ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.
Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm herwesa girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûr û peymanan tekez kir.