Serok Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî re civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê re civiya û herdu aliyan hêvî kir ku, encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm re civiya.
Baregayê Barzanî di vî warî de ragihand: “Herdu aliyan di wê civînê de kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina hilbijartinên Parlementoya Iraqê diyar kir û hêvî kir ku encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.”