Mesrûr Barzanî: Aliyan bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê nêrînên cuda hebûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, ew bi hewes bûn ku berî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiba avakirin, lê mixabin hemî alî hevnerîn nebûn. Tekez jî kir ku, ew dê li gorî şert û mercên nû serederiyê bi pirsa avakirina hikûmetê re bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) di civîneka çapemeniyê de li Dihokê got: “Korbenda MEPSê sal bi sal mezintir û berfirehtir dibe.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma jî eşkere kir ku, ew pir bi hewes bûn ku berî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiba avakirin, lê mixabin aliyên din bi wan re hevnerîn nebûn û şîroveyên cuda li ser wê mijarê hebûn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, niha şert û mercên nû derketine holê û ew dê li gorî wan şert û mercan serederiyê bi avakirina hikûmetê re bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa şertên PDKê ji bo tevlîbûna di Hikûmeta Iraqê ya bê de got: “Em dê bi şertê bicihanîna destûrê tevlî avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal bibin.”
Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotinên xwe de behsa civîna di xwe û Sûdanî kir û got: “Me di civîna xwe de behsa avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal û mijara mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê kir.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa behsa wê yekê jî kir ku, Sûdanî di wê civînê de soz daye ku di zûtirîn dem de mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bişîne.
Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.
Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.
Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.