Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Iraqê ya bê bi hêsanî tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva pirsyareka Kurdistan24ê de got: “Hikûmeta Iraqê ya bê dê ji carên berê hêsantir bê avakirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) di di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bersiva pirsyara Kurdistan24ê ya li ser avakirina kabîneya bê ya Hikûmeta Iraqê de got: “Ez wesa difikirim ku bizehmet nabe û dê ji carên berê hêsantir be."

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa amaje da civîna aliyên Şîe yên Iraqê jî, ku duhî (Duşem, 17ê Mijdara 2025ê) biryara xwe li ser wê mijarê daye.

Nêçîrvan Barzanî herwesa ragihand: “Rewşa niha ya Iraqê pêdivîtî bi wê yekê heye ku hikûmete bi zûtirîn dem bê avakirin.” Herwesa hêvî kir ku, avakirina hikûmetê venekêşe û bi zûtirîn dem dest bi karûbarên xwe bike.

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment