Mezlûm Ebdî ji korbendê MEPSê: Sûriyeya nenavendî rastiyek e ku divê were qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 19ê Mijdara 2025an, di roja duyem a Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de gotarek pêşkêş kir. Ebdî di axaftina xwe de tekez kir ku dawiya her şerî diyalog e û ji bo cîbicîkirina peymana 10ê Adarê ya bi Şamê re, pêwîstî bi vîneke siyasî ya xurt heye.
Mezlûm Ebdî di destpêka axaftina xwe de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê - Dihok kir ji bo vexwendina wî û got: "Pêşwaziyeke gelekî germ li min hat kirin û ez bi vê beşdariyê gelekî kêfxweş im."
"Redkirina diyalogê rejîma Esed têk bir"
Ebdî tekezî li ser girîngiya diyalogê kir û got: "Dawiya her şerî diyalog e. Heta eger tu di şer de bi ser jî bikevî, divê tu serî li diyalogê bidî. Sedema sereke ya rûxandina rejîma Beşar Esed redkirina diyalogê û sîstema navendî bû." Herwiha da zanîn ku "ji destpêka bûyerên Sûriyeyê ve em li dijî şer bûn û heta ku şer li ser me nehat ferzkirin, me şer nekir."
"Peymana 10ê Adarê Sûriye parast û mafên Kurdan nas kir"
Ebdî bal kişand ser girîngiya peymana ku di 10ê Adarê de bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer' re îmze kirine û got, "Ew peymanê rê li ber şerekî dijwar girt, pêşî li perçebûna Sûriyeyê girt û rê neda ku nakokî di navbera pêkhateyan de derkevin." Herwiha da zanîn ku ji bo cara yekem di 100 salên borî de, di wê peymanê de behsa pirsa Kurd hatiye kirin û hatiye tekezkirin ku "divê mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di çarçoveya destûra nû ya Sûriyeyê de werin dabînkirin."
"Sûriyeya nenavendî rastiyek e ku divê were qebûlkirin"
Fermandarê HSDê tekez kir ku piştî 15 salên şer, Sûriye nikare vegere ser sîstema navendî ya mîna serdema rejîma Beis û got: "Divê Sûriyeyeke nenavendî hebe ku her herêm bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe. Ev yek bûye rastiyeke ku nayê înkarkirin û divê her kes vê rastiyê qebûl bike û li gorî wê pêngavan biavêje."
Mezlûm Ebdî tekez kir jî, ev mijar ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijareke yekalîkirî ye.
"Peyam ji Tirkiyeyê re: Em ne gef in"
Mezlûm Ebdî peyameke rasterast ji Tirkiyeyê re şand û got: "Em daxwazê ji cîrana xwe Tirkiyeyê dikin ku li sazî û dezgehên me yên serbazî, îdarî û ewlehiyê weke gef nenêre. Ew sazî ji bo aştî û ewlehiyê ne." Herwiha bang li Tirkiyeyê û hemû aliyan kir ku derfetê bidin diyaloga di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz de da ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin.
Astengiyên li pêşiya diyalogê û pêşketinên serbazî
Ebdî amaje bi astengiyên li pêşiya diyalogê kir, ku yên herî diyar "nebûna baweriyê di navbera herdu aliyan de, metirsiyên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û nevegeryana koçberên Efrînê" ne.
Lêbelê, wî da zanîn ku danûstandin berdewam in û di dosyayên serbazî û ewlehiyê de pêşketineke mezin çêbûye û tenê "hûrgiliyên dawî" mane berî ku bi awayekî fermî werin ragihandin.
Bang li aliyên Kurdî kir
Di dawiya axaftina xwe de, Ebdî bang li aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê kir ku roleke mezintir di piştgiriya yekrêziya Kurdî, xurtkirina proseya aştiyê li Tirkiyeyê û piştgiriya diyaloga li Sûriyeyê de bilîzin. Herwiha bang li Kurdên li navxwe û derveyî welat kir ku bi awayekî bihêz beşdarî proseya ji nû ve avakirina Sûriyeyê bibin.
