Mesrûr Barzanî: Daxwaza nêzîkbûnê li cem hemû aliyên Kurdî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, zanîn ku amadebûna nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Korbenda MEPSê "nîşaneke baş" e û hêvî xwest ku aliyên Kurdî zêdetir nêzîkî hev bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Mijdarê li perawîza şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS 25) ji rojnamevanan re axivî û got: "Armanca Korbendê MEPS 25 cîbicîkirina aştiyê ye."

"Yasaya hilbijartinê ne dadperwer e"

Derbarê encamên hilbijartinên Iraqê de, Serokwezîr Barzanî tekez kir ku pêwîst e yasaya hilbijartinê were guhertin û bi hejmaran bêdadiya di yasayê de nîşan da: "Her çend di yasayê de ti dadperwerî nîne, ku PDKê bi zêdetirî milyonek û 100 hezar dengî tenê 27 kursî bi dest xistine, lê aliyên din hene ku bi 680 hezar dengî, ku nîvê dengên PDKê ye, karîne 27 kursiyan bi dest bixin. Aliyekî din jî bi 750 hezar dengî 29 kursî birine. Ji ber vê yekê, ti dadperwerî di dabeşkirina kursiyan de nîne. Ev kêşeyeke yasayî ye û pêwîst e yasa were guhertin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destkarîkirina encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê red kir û tekez kir: "Em weke PDK qebûl nakin ku destwerdan di encamên hilbijartinê de were kirin."

"Hebûna HSD û ENKSê nîşaneke baş e"

Derbarê aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê de, Serokwezîr da zanîn ku amadebûna nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Korbendê MEPSê, "nîşaneke baş e û em hêvîdar in ku aştî li Rojhilata Navîn bi awayekî rast were cîbicîkirin."

Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku "di zûtirîn dem de aliyên Kurdî zêdetir nêzîkî hev bibin. Dibe ku hin mijar hebin ku pêwîstiya wan bi gotûbêjeke zêdetir hebe, lê ya girîng ew e ku daxwaza nêzîkbûnê li cem her kesî heye."

"Divê aliyên din berpirsiyariya derengketina hikûmeta Herêmê hilgirin"

Li ser pirsa avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got: "Her çend dereng ketiye, lê aliyên din jî şahidiyê ji me re dikin ku PDKê ji destpêkê ve xwastiye kabîneya nû zû were avakirin. Divê aliyên din berpirsiyariya derengxistina avakirina hikûmeta Herêmê hilgirin. Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku êdî neyê derengxistin."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment