Mesrûr Barzanî: MEPS komkirina dengên cuda bo çarekirina arêşeyan bû

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir: “Gelê me di hilbijartinên borî de erkek spart me, em jî dê hemî bizavan bikin ku li gorî wê baweriyê bin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) di hevdîtineka taybet de di çarçoveya Korbenda MEPSê ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê de bersiva hin pirsyaran da. Ew panel bi zimanê Ingilîzî bû, ku ji aliyê pêşkêşkar Amîna Bekir ve hat birêvebirin.

Piştî bidawîhatina wê korbendê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsand: "Korbenda #MEPS25 komkirina dengên cuda ji bo nîqaşkirina çareserkirina pirsgirêkan bû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa amaje da: “Gelê me di hilbijartinên borî de erkek spart me, em jî dê hemî bizavan bikin ku li gorî wê baweriyê bin û li ser xizmetkirina wan berdewam bin.”

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) duhî (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin û îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) bidawî hat, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî hat lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî îsal tevlî vê korbendê bûn.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn bû, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

 

 

Fly Erbil Advertisment