HSDê 2 dronên DAIŞê li Reqayê xistin xwarê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, wan bi xistina du droneyan li gundewarê Reqayê, hevkariya di navbera hin komên girêdayî hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞê de bi belgeyan îsbat kiriye.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir, dron ji çeperên hikûmeta Şamê hatine firandin û piştî analîzkirina kartên bîrdankê yên droneyan, hatiye piştrastkirin ku ew ji aliyê çekdarên biyanî yên girêdayî DAIŞê ve dihatin birêvebirin.
Ev yek, li gorî HSDê, nîşan dide ku hin komên Şamê çeperên xwe didin çeteyan, da ku êrîşan pêk bînin.
HSDê bi van belgeyan bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku "lêpirsîneke cidî" li ser vê mijarê veke û hemû aliyên ku piştgiriya teknîkî û lojîstîkî didin van çeteyan bişopîne.
Di dawiya daxuyaniyê de hat hişyarkirin ku paşguhkirina van binpêkirinan, ewlehiya herêmî dixe xeterê û rê dide rêxistina terorê ku xwe ji nû ve kom bike û sivîlan terorîze bike.
