Li Raperînê 2 bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê ragihand, di operasyoneke hevbeş de li sînorê îdareya Raperînê, du bazirganên madeyên hişbir hatine girtin û wan dest danîne ser 10 kîlogram madeya hişbir a ji cureya krîstal.

Li gor daxuyaniyê, operasyon bi hevkariya Asayîşa Raperînê û Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir a Saziya Asayîşa Herêmê hatiye lidarxistin.

Hate diyarkirin, operasyon duh Çarşemê, 19ê Mijdarê, piştî komkirina zanyariyên pêşwext û şopandineke hûr, bi fermana dadwerê lêkolînê yê asayîşê pêk hatiye.

Asayîşa Silêmaniyê da zanîn jî, gumanbar niha li gorî Madeya 25an a Yasaya Rûbirbûna Madeyên Hişbir, bi biryara dadwer hatine desteserkirin û lêkolîna li ser dosyeya wan berdewam e.