Rexneyên li yasaya hilbijartinan zêde dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pispor û şarezayên yasaya hilbijartinan a Iraqê tekez dikin ku yasaya heyî ne dadperwer e û ziyaneke mezin digihîne partiyên ku dengên wan sînordar in. Rexne li ser wê yekê ne ku nirxê kursiyan li gorî herêm û partiyan diguhere û ev yek dibe sedema windabûna dengên gelek aliyan.
Ev nîgeranî di demekê de tên ku Serok Barzanî jî ragihandibû, "ev yasa ne dadperwer e, bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê, û mafên aliyan binpê dike."
Pisporê yasaya hilbijartinan Dr. Yasîn Ebûbekir ji K24ê re ragihand: "Yek ji kêmasiyên sîstema yek-bazneyî ew e ku nirxê kursiyan ne wek hev e. Partiyeke siyasî heye ku bi 45 hezar dengan kursiyek wergirtiye, lê partiyeke din heye ku bi kêmtirî 15 hezar dengan kursiyek bidest xistiye."
Dr. Yasîn Ebûbekir herwiha da zanîn ku bi vê yasayê, berbijêrên serbixwe nikarin bi hêsanî kursiyan bidest bixin.
berbijêrê serketî yê PDKê ji bo Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî li ser heman mijarê got: "Ziyan digihîje hemû aliyan, bi taybetî partiyên ku dengên wan sînordar in û dibin qurbaniyê sereke yê yasayê."
Dûberdanî herwiha bêdadiya di dabeşkirina kursiyan de eşkere kir û got: "Dengê Kurdan zêde ye lê kursî kêm in, dengê Şîeyan kêm e lê kursiyên wan zêde ne. Ev bêdadî ye. Divê yê ku dengê zêde wergirtibe, kursiyên wî jî zêde bin. Lê kursiyên me yên li Kurdistanê sabît in."
Li gorî yasaya hilbijartinan, Iraq li ser 18 bazneyan hatiye dabeşkirin û ji bo Herêma Kurdistanê 3 bazne û 44 kursî hatine diyarkirin. Ji ber ku rêjeya beşdariyê li Herêma Kurdistanê her tim bilind e, nirxê kursiyan jî bilind dibe. Weke mînak, PDKê zêdetirî milyonek deng wergirtiye, lê hejmara kursiyên wê li gorî vê hejmarê zêde nabe, ku ev yek bêdadiya di yasayê de nîşan dide.
