Hikûmeta Herêma Kurdistanê û YE hevahengiyên xwe bo raspardeyên navneteweyî xurttir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema berçavkirina pêngavên dawiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên mafên mirovan û çespandina raspardeyên navneteweyî de, civînek di navbera Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê de li Hewlêrê hat lidarxistin.

Di wê civînê de, ku li Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê û bi amadebûna nûnerên welatên Fransa, Îtalya, Almanya, Holanda û Macaristanê hat lidarxistin, Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser plana hikûmetê ji bo mafên mirovan û herwesa nûtirîn amar û datayên têkildarî bicîhanîna plana wê jî berçav kirin.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz jî kir ku, Yekîtiya Ewropayê bi awayekê sîstematîk alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, da ku wan raspardeyan çêtir biçespîne.

Nûnerên welatên endam di wê yekîtiyê de jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku, ji ber wan pêşketin û destkeftiyên di dema borî de di warê avakirina dezgehan û parastina mafên mirovan de bi dest xistine, Herêma Kurdistanê bûye mînakeka baş li deverê, lewma jî çaverêbûna wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê li asteka bilid e.

Di wê çarçoveyê de jî, ew rêkarên fermî hatin nîqaşkirin ên ku ji bo bicîhanîna standardên navneteweyî hatine bicîhanîn, xasma jî di warên jiholêrakirina bazirganiya bi mirovan, mafên kêmendaman, jiholêrakirina gotarên kînê, têkoşîna li dijî madeyên hişber, reform, azadiya axaftinê û qedexekirina îşkenceyê.

Her di vê civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku, divê Yekîtiya Ewropayê bi rêya avakirina şiyanan alîkariyên xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde bike. Herwesa biryar hat dayîn ku, civînên demsalî û hevahengiya berdewam di navbera herdu aliyan de hebin, ji bo zêdetir haydarbûna ji çalakiyan û nirxandina encamên wan.

 
Fly Erbil Advertisment