Şandeka Çarçoveya Hevahengiyê bo nîqaşkirina avakirina hikûmetê serdana Hewlêrê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serdana Şanda Danûstandinan a Çarçoveya Hevahengiyê ji bo avakirina Hikûmeta Iraqê li van nîzîkan dest pê dike û heta nîvê hefteya bê dê serdana Hewlêrê bike û dê bi Serok Barzanî re bicive.
Çarçoveya Hevahengiyê du komîte ji bo nîqaşkirina van mijaran ava kirine, yek ji wan Komîteya Danûstandinan a Çarçoveya Hevahengiyê ye ji bo avakirina hikûmetê ye û ji Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, Sekreterê Giştî yê Rêkxistina Bedirê Hadî Amirî, û Serokên Hevpeymaniya Seneda Wetenî Ehmed Esedî pêk hatiye. Komîteya duyê jî ji bo destnîşankirina serokwezîr, ku ji Serokê Tevgera Hîkmeyê Emar Hekîm, Serokê Encûmena Bilind a Îslamî Humam Hemûdî û Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehc Wetenî Ebd Sade Firêcî pêk tê.
Şêwirmendê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Ebas Mûsewî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Serok Mesûd Barzanî û Nûrî Malikî dê di demeka nêzîk de civînekê li dar bixin, da ku li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê nîqaş bikin.” Amaje jî da: "Xeletîyên berê nîşan da ku, em nikarin welatî bêyî bicîhanîna binggehên hevsengî, hevparî û hevdengiyê bi rê ve bibin.”
Serkirdeyê Tevgera Hîkmeyê Fehid Cibûrî jî di vî warî de ji Kurdistan24ê re got: “Serdanên şanda danûstandinan a Çarçoveya Hevahengiyê ji bo avakriina hikûmeta Iraqê dê di demeka nêzîk de dest pê bike û ew şand dê heta nîvê hefteya bê bigihîje Hewlêrê.”
Fehid Cibûrî herwesa got: "Tevgera Hîkmeyê berbijarê xwe ji bo posta Serokwezîrê Iraqê nabe, lê ji bilî wan 12 kesên xwe ji bo wê postê berbijar kiriye, îhtîmal heye ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî jî di rojên pêş de xwe berbijar bikin."
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, her li gel ragihandina encamên berahiyê yên hilbijartinan, Çarçoveya Hevahengiyê bi lez pêngavên xwe ji bo avakirina hikûmetê zêde kirine û dest bi civînên xwe kiriye.
Her li gorî zanyarên Kurdistan24ê, hefteya bê komîteya destnîşankirina serokwezîr dê çavpêkeftinê bi wan kesan re bike yên ku xwe ji bo postê berbijar kiriye, yên herî berçav jî Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî ne.
