Xebatkarên tenduristiyê yên Diyarbekirê daxwaza zêdekirina bûdceya tenduristiyê dikin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê tendirustkaran bo zêdekirina budceya Wezareta Tendirustiyê çalakiyek li dar xistin. Tendirustkaran bal kêşan ser pêvajoya aştiyê û amajekirin ku dawî li şer û pevçûnan hatiye û divê êdî lêçunên qada şer bo tendirustiyê werin veqetandin. Tendirustkaran daxwaz kirin ku xizmetên tendirustiyê bi awayekî bêpere û bi zimanê zikmakî werin dayîn.

Ji aliyê Sendîkeya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tendirustiyê ve li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê çalakiyek hat li darxistin. Di çalakiyê de hat amajekirin ku pandemiyê û erdhejan qeyrana aboriyê kurtir kirine, barê tendirustkaran girantir kirine û şert û mercên dbarê jî zehmettir kirine ku ev rewş hîn jî berdewam e. Nunerên tendirustkaran bal kêşandin ser pêvajoya çareseriyê jî û anîn zimên ku dawî li şer û pevçunan hatiye û divê ev yek xwe di budceya 2026ê de jî nîşan bide.

Hevserokê Sendîkeya Kedkarên Tendirustî û Xizmetên Civakî Mehmet Nur Ulus ji K24ê re got: “Budceya Tirkiyeyê demeke dirêj ji bo şer hatiye xerçkirin, em jî dibêjin pêvajoyekê dest pê kiriye, şer û pevçûn rawestiyane, ev yek ji bo Tirkiye firsendek e ku budceya xwe ji bo tendirustiyê xerç bike.”

Di çalakiya tendirustkaran de beşdaran hişyarî dan ku sexberîya di qada tendirustiyê de tê kirin dibe sedema mirinê û her wiha bal hate kêşan ku lêçûnên ji bo qada tendirustiyê tên veqetandin bo berjewendiyên bazirganî yên kompaniyên taybet tên bikaranîn û bang hate kirin ku dawî li vê pergalê jî were anîn.

Rêvebera Sendîkeya Kedkarên Tendirustîyê ya Şaxa Diyarbekirê, Şengul Karaman dibêje: “Divê bacên giran ên ser kedkaran werin rakirin, dermanên ku buhayê wan zêde ne ji aliyê dewletê ve ji bo nexweşan werin dabînkirin, divê xizmetên tendirustiyê bi zimanê zikmakî û bi awayeke bêpere werin dayîn. Barê tendirustkaran gelek zêde ye û dahat wan têra debara wan nake, divê şert û mercên kar werin başkirin. Divê qada tendirustiyê nebe qada bazirganiyê ya kompaniyan.”

Di budceya 2025ê de bo Wezareta Tendirustiyê 1 trilyon û 20 milyar hatibu veqetandin, bo Wezareta Parastinê 1 trilyon û 608 milyar hatibû veqetandin, tendirustkar dibêjin bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî divê budceya 2026ê de budceya tendirustiyê zêdetir bibe.

 
Fly Erbil Advertisment