Li Hewlêrê zêdetirî 75 hezar botlên xwînê di sala 2025ê de hatine pêşkêşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Banka Xwînê ya Hewlêrê ragihand ku, rêjeya pêşkêşkirina xwînê sal bi sal zêde dibe û di sala 2025ê de rêjeya wê %55 bû.
Birêvebirê Banka Xwînê ya Hewlêrê Sanî Babekir îro (Yekşem, 04.01.2026) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Rêjeya pêşkêşkirina xwînê di sala 2025ê de, li gorî sala 2024ê, gelek zêde bûye û sal bi sal zêdetir jî dibe. Di sala 2025ê de rêjeya pêşkêşkirina xwînê %55 bû, lê di sala 2024ê de %49 bû.”
Sanî Babekir amaje jî da: “Di sala 2025ê de, 75 hezar û 317 yekîneyên xwînê hatine wergirtin, herwesa 41 hezar û 895 yekîneyên xwînê ji aliyên pêşkêşkerên xwînê ve hatine wergirtin. Ji hejmara giştî ya pêşkêşkerên xwînê, 564 ji wan jin bûn, herwesa ji bo 59 nexweşxaneyên giştî û taybetî yên Hewlêrê û derdora wê bûne.”
Navbirî amaje jî da ku, 89 hezar û 392 yekîneyên xwînê û pêkhateyên wê ji nexweşxaneyên sektora giştî re, 65 hezar û 838 ji sektora taybetî re û 14 hezar û 220 jî ji nexweşên talasemiyê re hatine dabînkirin.
Birêvebirê Banka Xwînê ya Hewlêrê eşkere jî kir: “Di çar salên borî de ji bo nexweşan tu hewcedarî bi bangên awarte nebû. Sal bi sal em xwînê ji bo nexweşan û texên din dabîn dikin, bêyî ku li Banka Xwînê bê danan.”
Sanî Babekir eşkere jî kir: “Niha, ew texên ku xwîn jê re tê dabînkirin bêyî ku li Banka Xwînê ya Hewlêrê bê danan ev in: Nexweşên Talasemiyê, nexweşên penceşêrê, nexweşên operasyona cigerê, nexweşên şûştina gurçikan.”