Rêveberê SOHRê: Ehmed Şera berpirsê komkujiyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman ragihand, siyaseta niha ya li Sûriyeyê berdewamiya rejîma Beşar Esad e. Abdulrahman destnîşan kir jî, Ehmed Şera berpirsê hemû komkujiyan e û Kurd bûne qurbaniya peymanên herêmî.

Rêveberê SOHR’ê Ramî Ebdulrehman, îro 9ê Çileyê ji Kurdistan24’ê, bertekeke tund nîşanî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê da û diyar kir ku neheqiyeke mezin e kesên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine, niha ji malên xwe werin koçberkirin.

Ramî Ebdulrehman bal kişand ser vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin û tê de çekdar heqaretê li keş û xortên Kurd dikin. Rêveberê SOHR’ê got: "Di vîdyoyan de tê dîtin ka çekdar çawa li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê sivkatiyê bi ciwanan dikin. Ev heman gotin û reftarên çekdarên DAIŞ’ê ne. Kurd niha hatine kirin qurbanê peymanên herêmî."

Abdulrahman, Serokê Hikumeta Demkî Ehmed Şera wekî berpirsê sereke yê hemû karesatan nîşan da û GOT: "Tiştê li dijî Elewî û DIruzan hat kirin sûcekî mezin bû; niha heman tişt li dijî Kurdan tê dubarekirin. Divê HSD ji bo rawestandina van êrişan bang li civaka navneteweyî bike. Çima divê şêniyên van taxan malên xwe bicih bihêlin û çekdarên biyanî li wir werin bicihkirin?"

Rêveberê SOHR’ê herwiha piştrast kir, nexweşxane hatine topbaran kirin û xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin û birîndarkirin.

Ramî Ebdulrehman di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku heke hîseke wan a mirovî hebe, divê demildest rê li ber van êrişan bigirin.