Mûsa Ehmed: 22 hezar malbat ji Helebê koçberî Efrînê bûn.. alîkariyên me berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, ji ber êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê, nêzîkî 22 hezar malbat koçberî Efrînê bûne. Ehmed diyar kir, ew bi her awayî alîkariyan digihînin koçberan û gelek rêxistinên navneteweyî jî amadehiya xwe ya ji bo piştgiriyê nîşan dane.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed, îro 9’ê Çileyê beşdarî weşana Kurdistan24’ê bû û agahiyên dawî der barê krîza mirovî ya li Heleb û Efrînê de parve kirin. Ehmed destnîşan kir ku tîmên wan bi piştgiriya xwebexşên li herêmê, bi hemû hêza xwe li qadê ne.
22 hezar malbatên koçber û alîkariyên lezgîn
Mûsa Ehmed diyar kir, ji ber şer û êrişên dijwar, pêleke mezin a koçberiyê ber bi Efrînê ve dest pê kiriye û got: "Nêzîkî 22 hezar malbat ji Helebê koçberî Efrînê bûne. Em bi lez û bi awayekî berfireh alîkariyan digihînin Kurdên Helebê. Em hewl didin hemû pêdiviyên tenduristiyê, xurek û kelûpelên navmalê dabîn bikin; bi taybetî amûrên germkirinê (sobe) di vê sermayê de."
Ehmed her wiha destnîşan kir, BCF xwedî têkiliyên berfireh e û gelek ajans û rêxistinên navneteweyî ji bo alîkarîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê amadehiya xwe nîşan dane.
Hewildanên ji bo gihîştina Şêx Meqsûd
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kir, şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê peywendî bi wan re kirine û daxwaza alîkariyê kirine. Ehmed got: "Îro nûnerên me bi aliyên peywendîdar re dicivin, da ku em rêyekê bibînin û alîkariyan rasterast bigihînin hundirê taxên dorpêçkirî. Em amade ne li kîjan derê pêdivî hebe, heta Qamişlo jî alîkariyan bişînin."
Mûsa Ehmed di dawiya axaftina xwe de tekez kir, wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ew ê li ser şopa Serok Barzanî her dem di xizmeta lîqewimiyên Kurdistanê de bin û nehêlin Kurdên li Heleb û Efrînê bêpişt bimînin.