Li Dêrazorê hêzên HSD û Asayişê rastî êrişên DAIŞê hatin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, çekdarên DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê çend xalên kontrolê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên asayişê armanc girtine.
Rewangeha belav kir jî, Çekdarên DAIŞê bi doşka xaleke kontrolê ya asayişê armanc girtine, ku di encamê de şer û pevçûn di navbera her du aliyan de li bajarokê Abrîha li rojhilatê Dêrazorê derketin.
Da zanîn jî, DAIŞê her wiha bi çekên mamnavend êrîşî xala "El-Erqub" a HSDê kir, piştre li bajarokê El-Sûse yê li rojhilatê Dêrazorê dengê teqînan hat bihîstin.
Ji aliyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) bi daxuyaniyekê ragihand, 2 xalên wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî hatin.
Di daxuyaniyê hat gotin, 2 kesên bi motosîklê gule berdan bendeke kontrolê ya hêzên wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li gundê Ebrîha.
Her wiha kesên nenas bombeyeke destan avêtin navenda hêzên wan a li bajarokê Zîban.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn, di di her du êrişan de ti ziyan çênebûne.
Li gorî zayariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2025an heta îro, 224 êrîş û operasyon ji aliyê şaneyên DAIŞê ve li herêmên di bin bandora "Rêveberiya Xweser" de hatine kirin.
Di encama wan êrîşan de, 98 kes hatine kuştin, di nav wan de: 70 ji HSDê û hêzên hevalbend wê, 15 sivîl û 13 kes jî ji DAIŞê.
