Partiya Dawe bi fermî Nûrî Malikî wekî kandîdê serokwezîriya Iraqê destnîşan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Dawe ya Îslamî bi awayekî fermî ragihand, Sekreterê Giştî yê partiyê Nûrî Malikî, kandîdê wan e ji bo posta Serokwezîriya Iraqê ya dahatû. Ev biryar di demekê de hat dayîn ku Malikî ji bo danûstandinên pêkanîna hikûmetê li Hewlêrê ye.

Encûmena Şûrayê ya Partiya Dawe îro 22ê Mijdarê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, endamên encûmenê bi yekdengî biryar dane ku Nûrî Malikî wekî kandîdê fermî yê partiyê ji bo serokatiya Encûmena Wezîran bê pêşkêşkirin.

Serdana Hewlêrê û Pêkanîna Hikûmetê

Destnîşankirina Malikî hevdem e bi serdana wî ya ji bo Herêma Kurdistanê. Îro beriya nîvro, Nûrî Malikî wekî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û ligel şandeke Çarçoveya Hevahengiyê (Şîe) gihişt Hewlêrê.

Tê payîn ku di vê serdanê de Malikî bi Serok Mesûd Barzanî û rayedarên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive da ku li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê danûstandinan bikin.

Nûrî Malîkî:

- Di destpêka salên 70yî de tevlî Partiya Dawe ya Îslamî bûye ku wê demê li dijî rejîma Beisê têkoşîna nihênî dimeşand.

- Sala 1979an piştî ku cezayê darvekirinê jê re hat dayîn, ji Iraqê reviya.

- Nêzîkî 24 salan li Sûriye û Îranê di sirgûnê de ma û peywendiyên bihêz bi wan welatan re danî.

- Piştî rûxana rejîma Sedam Husên (2003) vegeriya Iraqê û bû endamê komîteya nivîsandina destûra nû.

- 2006-2014: Du serdeman li ser hev Serokwezîriya Iraqê kir.

- Serdema wî bi nakokiyên mezhebî û bêaramiya siyasî tê naskirin. Di sala 2014an de, dema ku DAIŞê beşeke mezin a axa Iraqê dagir kir, ew li ser desthilatê bû. Ji ber fişarên navxweyî û navdewletî (bi taybetî Amerîka), neçar ma dest ji kar berde.

- Nûrî Malikî niha Sekreterê Giştî yê Partiya Dawe ye û Serokatiya Hevpeymaniya Dewleta Yasa dike, ku yek ji bihêztirîn frakisyonên Şîe ye li Parlamentoya Iraqê.

 
Fly Erbil Advertisment