Serok Barzanî û Eyad Elawî qonaxa piştî hilbijartinan nîqaş kir

Serok Barzanî û Eyad Elawî
Serok Barzanî û Eyad Elawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaizya Eyad Elawî kir û pê re behsa pêvajoya siyasî ya Iraqê û guhertin û pêşketinên deverê bi giştî kir û qonaxa piştî hilbijartinan nîqaş kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 24ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Tevgera Wîfaqê ya Neteweyî ya Iraqê Dr. Eyad Elawî û şanda pê re kir.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê behsa pêvajoya siyasî ya Iraqê û guhertin û pêşketinên deverê bi giştî hat kirin.

Wê ragihandinê eşkere jî kir ku, herdu alî li ser encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan jî axiftin.

 

 
Fly Erbil Advertisment