Li ser raspardeya Serok Barzanî, PDKê komîteyek ji bo yekxistina helwesta hêzên siyasî pêk anî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser raspardeya Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) komîteyek bilind ji bo yekxistina helwesta aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pêk anî û îro dest bi yekem civîna xwe kir.
Medyaya fermî ya PDKê îro 26ê Mijdarê ragihand, armanca vê komîteyê, yekxistina nêrîn û helwesta wan aliyan e ku di hilbijartinan de serkeftî bûne.
Komîteya ku hatiye pêkanîn ji sê endamên payebilind ên Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, Piştîwan Sadiq û Elî Husên pêk tê.
Komîteyê di yekem pêngava xwe de, her îro li Hewlêrê serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.
Li gorî zanyariyan, armanca van serdanan gotûbêjkirina hevahengiyê di navbera hêzên siyasî de û karkirina ji bo avakirina lihevkirineke hevbeş li ser rûdan, pêşhat û proseya siyasî ya Iraqê ye.
Ev liv û tevgera siyasî piştî wê yekê tê, di 11ê Mijdara 2025an de hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê hatin kirin.
