Mustafa Ozçelîk li Kopenhagê: Divê Ewropa piştgiriyeke xurtir bide mafên Kurdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi serokatiya Mustafa Ozçelîk, li Parlamentoya Danîmarkayê bi berpirsên Hevpeymaniya Lîberal re civiya. Di hevdîtinê de "pêvajoya nû" ya li Tirkiyeyê û doza girtina PWKê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk û şanda pê re, duh 26ê Mijdara 2025an, li bajarê Kopenhagê serdana Parlamentoya Danîmarkayê kirin.
Şanda PWKê ji aliyê Berpirsê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Hevpeymaniya Lîberal Lars-Christan Brask ve hat pêşwazîkirin. Li gorî daxuyaniya PWKê, di civînê de çend mijarên sereke hatin nîqaşkirin, wek çareseriya pirsa Kurd, pêvajoya nû ya siyasî ya li Tirkiyeyê û helwesta Enqereyê ya li hember peymanên navneteweyî hatin dayîn.
Şanda PWKê bal kişand ser rola Danîmarka û welatên Ewropayê û daxwaz kir ku ew "bi awayekî xurtir piştgiriyê bidin mafên neteweyî, demokratîk û çandî yên gelê Kurd."
Ji aliyê xwe ve, nûnerê Hevpeymaniya Lîberal siyaset û xebatên partiya xwe yên derbarê mafên Kurdan û demokrasiya li Tirkiyeyê de şirove kir û giringiya berdewamiya peywendiyên ligel PWKê tekez kir.
