Wezîrê Elektrîkê dema asayîbûna rewşa elektrîkê diyar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragihand, ji ber êrîşa li ser Kormorê hilberîna elektrîkê bi awayekî berbiçav kêm bûye, lê eger ziyan sînordar bin, dê di demeke kurt de pirsgirêk çareser bibe. Her wiha daxwaza sîstema berevaniya asmanî jî kir.
Wezîrê Elektrîkê û Çavkaniyên Sirûştî (bi wekalet) Kemal Mihemed Salih îro 27ê Mijdarê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ziyanên êrîşa şeva borî ya li ser Kêlgeha Kormorê aşkere kirin.
Diyar kir jî, beriya êrîşê rojane 530 mîlyon pê sêca gaz dihat berhemhênan û bo 15 wîstgehan dihat şandin. Lê ji ber êrîşê, nêzîkî 2700 heta 3000 megawat elektrîk ji tora niştimanî kêm bûye. Niha berhemhênan daketiye 1300 heta 1400 megawatan.
Herwiha da zanîn ku ew birê kêm ê mayî, li gorî para parêzgehan tê dabeşkirin, da ku nexweşxane û saziyên giştî bê elektrîk nemînin.
Derbarê asayîbûna rewşê de, Wezîrê Elektrîkê got: "Eger di êrîşê de tenê embara Kêlgeha Kormorê hatibe armancgirtin û ti ziyaneke din a teknîkî tunebe, ez pêşbînî dikim ku di nava 24 heta 48 demjimêrên bê de rewşa elektrîkê li Herêma Kurdistanê asayî bibe."
Aşkere kir jî, ji bo dagirtina valahiya gaza malan, Wezareta Petrola Iraqê soz daye ku heta sibê sotemeniya pêwîst bişîne. Her wiha Wezîrê Elektrîka Iraqê jî amadehiya xwe ji bo alîkariyê nîşan daye.
Li aliyê din, hikûmetê girêbesteke 6 mehî bi xwediyên mûlîdeyan re heye. Li gorî vê, dema elektrîka giştî qut be, ew ê elektrîkê bidin û mesrefa wê ne welatî, lê hikûmet dê bide.
Daxwaza Sîstema Berevaniyê
Wezîrê Elektrîkê tekez kir jî, çareseriya bingehîn parastina asmanê Herêmê ye û got: "Daxwaza me ya sereke, ku me berê bi şanda Amerîkî re jî behs kiriye, dabînkirina sîstema berevaniya asmanî ye. Pêwîst e bi zûtirîn dem bê dabînkirin da ku êdî kêlgehên me neyên armancgirtin."
