Bizava Goranê ji Hikûmeta Iraqê dixwaze bikerên êrîşa li ser Kormorê eşkere bike

Bizava Goranê
Bizava Goranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bertekên li beranberî êrîşa li ser Kormorê li hundir û derveyê welatî berdewam in, Bizava Goranê jî di daxuyaniyekê de ew êrîş şermezar kir û daxwaz kir ku bikerên wê bi zûtirîn dem bên eşkerekirin.

Bizava Goranê îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) ragihandinek li ser êrîşa şevêdî ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê weşand û tê de got: “Şevêdî li sînorê bajarkê Çemçemalê êrîşek bi moşekan li ser Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin.”

Bizava navbirî herwesa ragihand: “Ev di demekê de ye ku, em vê êrîşê û zihniyeta li pişt van êrîşan li ser çavkaniya herî girîng a enerjî û ronahiyê ya welatiyên Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Bizava Goranê amaje jî da ku, wan bang li hikûmeta federal kiriye ku bi rengekê cidî ji bo eşkerekirina bikerên wê êrîşê û bicihanîna rêkarên qanûnî li dijî wan êrîşan bê meydanê.

Goranê herwesa got ku, divê aktîvkirina parlamentoyê û avakirina kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir neyê paşxistin, ji ber ku ev êrîş li ser kiyanê siyasî, ewlehî û jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê metirsî ne, aktîvnekirina dezgehên destûrî jî dê encamên nerênî hebin.

Derengiya şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li Çemçemalê hat kirin, ku bû sedema rawestandina hilberîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.