Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê êrîşa li ser Kormorê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê êrîşa li ser Kormorê şermezar kir û bang li Hikûmeta Iraqê kir ku, rêkarên pêdivî û tavilê ji bo lêpirsîna bi bikerên wê êrîşa terorîstî re bi cih bîne. Tekez jî kir ku, divê hemî çek, bi taybetî jî dron, moşek û roket, di bin kontrola dewletê de bin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) ragihandinek li ser êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê belav kir û tê de amaje da ku, Amerîkayê êrîşa terorîstî ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir.

Balyozxaneya Amerîkayê herwesa got: “Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevparên xwe yên din ên Iraqî re bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku, tavilê rêkarên pêdivî ji bo lêpirsîna bi bikerên vê êrîşa terorîstî re bi cih bîne, ku ev nûtirîn êrîşa bizavên aliyên têkder e ji bo şêwandina tenahiya Iraqê û armanckirina veberhênana Amerîkayê li Herêma Kurdistanê.”

Balyozxaneya navbirî her di wê daxuyaniya xwe de got: "Em amade ne ku piştgiriyê bidin bizavên parastina vê jêrxaneya girîng û em dê li ser tekezkirina li ser girîngiya sepandina serweriya Iraqê di rûbirûbûna wan bizavan de ji bo lawazkirina wê berdewam bin."

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tekez jî kir ku, divê hemî çek, bi taybetî jî dron, moşek û roket, di bin kontrola dewletê de bin.

Nêzî saet 11:30 ê şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin, ku bû sedema rawestandina hilberîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.

 
Fly Erbil Advertisment