Dr. Ozdemir: Ev sempozyûm moral dide ciwanên me ku zêdetir li ser wêjeya klasîk bixebitin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çaremîn Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî bi beşdariya gelek akademîsyenên ji welatên cuda li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dest pê kir. Serokê Komîteya Amadekar Dr. Ehmed Ozdemir ragihand ku mijara îsal a sempozyûmê "Exlaq" e.
Sempozyûm bi hevkariya Walîtiya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê û Qeymeqamtiya Cizîrê tê lidarxistin. Serokê Komîteya Amadekar a Sempozyûmê Dr. Ehmed Ozdemir, derbarê naverok û girîngiya çalakiyê de zanyarî parve kirin.
Mijara Îsal: Di Nêrîna Melayê Cizîrî de Exlaq
Dr. Ozdemir diyar kir, ev sempozyûm çar sal in li pey hev tê lidarxistin û her sal mijareke taybet tê hilbijartin. Wî got: "Di salên borî de me li ser 'Eşqa Îlahî' û felsefeya 'Hebûn û Nebûnê' sekinîbûn. Armanca me ew e ku Melayê Cizîrî baştir were naskirin û fikrên wî bên ravekirin. Mijara îsal jî 'Exlaq' e û em ê li ser têgeha exlaqî ya di cîhana Melayê Cizîrî de rawestin."
Mêvanên ji çar aliyên cîhanê û Herêma Kurdistanê
Li gorî zanyariyên hatine dayîn, giringîpêdaneke mezin ji bo sempozyûmê heye. Akademîsyen û mêvan ji Îran, Endonezya, Malezya, Iraq, Sûriye, Filistîn û Almanyayê beşdar bûne.
Ozdemir amaje bi wê jî kir, ji Herêma Kurdistanê jî şandeyeke akademîsyenan amade ye û got: "Ji Herêma Kurdistanê mêvanên me yên wekî Tehsîn Îbrahîm Doskî, Mihemed Doskî, Nîmetullah Nêhêlî û Dr. Kejan ji Zaxoyê di nav me de ne. Her wiha ji 25 zanîngehên Tirkiyeyê jî beşdarî heye."
Beşdariya Serok Barzanî: "Mizgîniyeke Mezin e"
Dr. Ehmed Ozdemir, beşdariya Serok Mesûd Barzanî bo sempozyûmê wekî "mizgîniyeke mezin" pênase kir û wiha axivî:
"Hatina Cenabê Barzanî bo Cizîra Botan di xeyala me de tunebû, lê bû surprîzeke mezin. Viyana wî ya ji bo Cizîrê û daxwaza wî ya dîtina welatê Melayê Cizîrî em gelekî kêfxweş kirin. Hatina wî dê bibe sedema xurtbûna biratiya gelan. Wekî ku tê zanîn, ferqa Zaxo û Cizîrê, yan Qamişlo û Nisêbînê tune ye; çand û kultura me yek e."
Bandora li ser Ciwanên Kurd û Zimanê Kurdî
Di berdewamiya axaftina xwe de, Ozdemir destnîşan kir ku ev çalakî bandoreke erênî li ser ciwanan dike û derfetên xwendina zimanê Kurdî zêde dike:
"Berê belkî derfetên me yên xwendina vî zimanî tune bûn, lê niha nêzîkî 20 sal in li zanîngehan beşên Kurdolojiyê hene. Ev sempozyûm û hatina kesayetên girîng, moral dide ciwanên me ku zêdetir li ser wêje, felsefe û jiyana Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran bixebitin. Niha gelek master û doktora li ser van mijaran tên amadekirin û ev xebatên akademîk li cîhanê belav dibin."
