Serok Mesûd Barzanî beşdarî Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Zanîngeha Şirnexê Dr. Ebdulrehîm Alkiş ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Mijdarê li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê beşdarî Çaremîn Sempozyûma Navdewletî ya "Melayê Cizîrî" dibe.

Sempozyûma ku duh 28ê Mijdarê dest pê kiribû, îro di roja xwe ya duyem de bi beşdariya Serok Barzanî berdewam dike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Mahir Yuksel da zanîn, tê çaverêkirin Serok Barzanî di çarçoveya sempozyûmê de gotarekê pêşkêşî amadebûyan bike. Yuksel amaje bi wê yekê jî kir ku li gelek cihên ciyawaz ên Şirnexê, wêneyên mezin ên Serok Barzanî hatine daliqandin û li ser wan bi nivîsa "Bexêr bên bo Cizîra Botan" pêşwazî li wî hatiye kirin.

Sempozyûm li hola konferansan a Hotêla "Dedeman a Cizîrê" birêve diçe. Serokê Zanîngeha Şirnexê diyar kir ku ligel Serok Barzanî, gelek mamoste û akademîsyenên zanîngehên Herêma Kurdistanê jî ji bo vê çalakiyê hatine vexwendin.

Hat diyarkirin ku ji akademîsyenan heta rewşenbîran, ji hunermendan heta rêveberên xwecihî, parlementer û siyasetmedar, gelek kesayetî di sempozyûmê de amade ne. Di panel û gotûbêjan de dê bal bê kişandin ser kesayetî û helbestvaniya Melayê Cizîrî ku di dîroka Kurdan de xwedî pêgeheke giring e.

Serokê Komîteya Amadekar Dr. Ehmed Ozdemir ji K24ê re got: "Hatina Cenabê Barzanî bo Cizîra Botan di xeyala me de tunebû, lê bû surprîzeke mezin. Viyana wî ya ji bo Cizîrê û daxwaza wî ya dîtina welatê Melayê Cizîrî em gelekî kêfxweş kirin. Hatina wî dê bibe sedema xurtbûna biratiya gelan."

Melayê Cizîrî, ku navê wî Şêx Ehmed kurê Şêx Mihemed e (1570-1640), yek ji helbestvanên herî diyar ên klasîk ên Kurd û damezrînerê dibistana helbesta Kurmanciya Jorîn e. 

Cizîrî li Cizîra Botanê ji dayik bûye û her li wir jî koça dawî kiriye. Wekî zanayên serdema xwe, ji bilî zanistên olî, di felsefe, stêrnasî, kîmya û bijîşkiyê de jî şareza bûye û zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî baş zanibûye.

Melayê Cizîrî wekî "Pîrê Evînê" tê naskirin û piranîya helbestên wî li ser mijarên îrfan, evîna îlahî (Xwedayî) û mirovî ne. Dîwana wî ku bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin, zêdetirî 120 helbestan li xwe digire ku piranîya wan li ser şêwaza xezel û qesîdeyan in. 

Berhemên wî tenê behsa dildariyê nakin, belkî ew neynîka kûrahiya hizir û nêrîna felsefî û zanistî ya serdema xwe ne û mijarên wekî dîrok, felsefe û zanistên siruştî tê de reng dane.

 

 
Fly Erbil Advertisment