Dengê bihêz ê Pirdê ji ber pûçkirina teqemeniyên kevin bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Efserekê payebilind ê Iraqê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew dengê bilind ê ku li Pirdê hatiye bihîstin ji ber pûçkirina teqemeniyên kevin bû.”
Efserekê payebilind ê Artêşa Iraqê îro (Yekşem, 30ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ew dengê bilind ê ku xelkê Pirdê nîgeran kir dengê hejmareka zêde ya bombe û teqemeniyên kevin di heşargehekê de bû, ku ji aliyê komîteyeka şarezayên teqandina mîn û teqemeniyan ve hatiye teqandin û ew komîte ji Bexdayê hatiye Kerkûkê.”
Wî efserê payebilind ê artêşa Iraqê eşkere jî kir ku, teqandina teqemeniyên kevin li çolê nêzîkî Qeredereyê, di navbera Pirdê û Dubzê de, hatiye kirin û tu zirarên canî û madî jê çê nebûne.
