Komisyona Hilbijartinan: Desteya Dadweriyê 207 gilî red kirine

Welatiyekê Iraqê dengê xwe dide
Welatiyekê Iraqê dengê xwe dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Dadweriyê heta niha 207 giliyên li dijî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê red kirine û pêvajoya yekalîkirina giliyên din jî berdewam e.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelayî îro (Yekşem, 30ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24 re ragihand: “Ji zêdetirî 800 giliyên li dijî hilbijartinên parlamentoyê, Desteya Dadweriyê 207 gilî red kirine.”

Cumane Xelayî amaje jî da: "Hejmara giştî ya giliyên ku hatine pêşkêşkirin 853 bû û Desteya Dadweriyê 428 ji wan yekalî kirine û 425 giliyên din jî dê di çend rojên bê de bên yekalîkirin."

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan pêştir derî ji bo giliyên li dijî encamên hilbijartinan vekiribû û roja 20ê Mijdarê wekî roja dawiyê ya pêşkêşkirina giliyan destnîşan kiribû.

Biryar e ku piştî yekalîkirina tevaya giliyan, encamên dawiyê yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi rengekê fermî bên pejirandin û di rojnameya Weqaîha Iraqî de bên weşandin.

Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê li roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) yanî du rojan şûnda li hemî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.

 
Fly Erbil Advertisment