Rêveberiya Xweser: Vegera Efrîniyan û koçberan mercekî bingehîn ê aramiya Sûriyeyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser bi boneya derbasbûna salekê di ser koçberiya bi darê zorê ya duyemîn a xelkê Efrîn û Şehbayê re, daxuyaniyeke girîng belav kir. Rêveberiyê bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û civaka navneteweyî kir ku rê li ber vegera ewle ya koçberan vekin û dawî li binpêkirinan bînin.
Rêveberiya Xweser îro 1ê Berçile di daxuyaniya xwe de ragihand, piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018an de, xelkê herêmê rastî êrîşên sîstematîk, talan û guhertina demografîk hatine. Her wiha di Berçileya 2024an de jî pêleke din a mezin a koçberiyê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve pêk hatiye.
"Hîn rê li ber vegerê nehatiye vekirin"
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin, tevî guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê û hilweşandina rejîma Beisê, hê jî destûr nehatiye dayîn ku xelkê Efrîn, Şehba, Serê Kaniyê û Girê Sipî vegerin ser mal û milkên xwe. Rêveberiyê ev rewş wekî "birîneke vekirî" pênase kir û got: "Vegera ewle, rakirina dagirkeriyê û rawestandina binpêkirinan şertên bingehîn in ji bo dubare avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de."
Hişyarî li ser gotarên nefretê
Rêveberiya Xweser her wiha nîgeraniya xwe li hember zêdebûna gotarên nefretê û handana tundiyê anî ziman. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hinek platformên ragihandinê û aliyên siyasî hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin û ev yek projeya avakirina Sûriyeke demokratîk asteng dike.
Ji bo çareseriyê, Rêveberiyê daxwaz ji Hikûmeta Demkî ya li Şamê kir ku helwesteke zelal nîşan bide û hesab ji kesên ku yekrêziya gelê Sûriyeyê xira dikin, bixwaze.
Banga Navdewletî
Di dawiyê de, Rêveberiya Xweser tekez kir ku mijara koçberan di serê rojeva wan de ye û bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê, aştî û aramî li Sûriyeyê pêk nayê. Rêveberiyê bang li Neteweyên Yekgirtî û dewletên peywendîdar kir ku zextê bikin, da ku şert û mercên vegera ewle werin dabînkirin û diyaloga rastîn a Sûrî-Sûrî dest pê bike.
