Festîvala Gulavê ya Baneyê ket lîsteya geştyarî ya Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Gulavê ya li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê, wekî dehemîn bûyera geştyarî ya parêzgeha Sineyê, bi fermî di lîsteya neteweyî ya bûyerên geştyarî yên Îranê de hate tomarkirin. Ev pêngav wekî derfetek ji bo nasandina potansiyela çandî û aborî ya herêmê tê nirxandin.

Serperiştiyarê Rêveberiya Giştî ya Geştyarî ya Parêzgeha Sineyê, Poya Talibniya, ji ajansa fermî ya Îranê (IRNA) re ragihand, Wezareta Mîrasê Çandî, Geştyarî û Pîşesaziyên Destan a Îranê di 26ê Mijdara 2025an de, Festîvala Gulavê ya Baneyê li ser asta navçeyî û neteweyî tomar kiriye.

Festîvala Gulavê her sal di 31ê Gulanê de li gundên derdora Baneyê tê lidarxistin. Li gorî zanyariyan, li vê deverê 88 donim baxçeyên gulan hene. Ji van baxçeyan salane zêdetirî 66 ton gul tê komkirin û nêzîkî 20 hezar lître gulav tê hilberandin.

Ev baxçeyên gulên bêhnxweş bûne sedema kişandina bala geştyaran. Heta niha du caran festîvala taybet bi gulavê li Baneyê hatiye lidarxistin û geştyar ji bajarên cuda yên Îranê beşdar bûne.

Talibniya diyar kir, bi vê biryarê, hejmara bûyerên geştyarî yên tomarkirî yên parêzgeha Sineyê gihîştiye 10an. Herwiha tekez kir ku ev yek dê bandoreke mezin li ser nasandina şiyanên çandî, olî û geştyarî yên parêzgehê bike.

Ji bilî Festîvala Gulavê, bûyerên din ên navdar ên parêzgeha Sineyê ku di lîsteya geştyarî ya Îranê de cih girtine ev in: Merasîma Pîrşalyar, Cejna Komsayê, Cejna Newroza Sineyê, Newroza Tengîser, Newroza Zivistanê, Festîvala Şîlk li gundê Şiyan, Merasîma Hezar Def, Festîvala Helperkê ya Baneyê û Festîvala Tirî ya Hesenawa.

Ev tomarkirin tê wê wateyê ku dewlet dê zêdetir giringiyê bide van çalakiyan û ew ê bibin beşek ji salnameya fermî ya geştyarî ya welat, ku dikare bibe sedema geşbûna aboriya herêmê.

 
 
Fly Erbil Advertisment