Trump ji Netanyahu re: Êrîşên li ser Sûriyeyê rawestînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî malpera Axiosê, rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump peyamek arasteyî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kiriye û daxwaza rawestandina êrîşên li ser Sûriyeyê jê kiriye.
Axiosê belav kir, Washington ji berdewamiya bombebaranên Îsraîlê nîgeran e. Rayedarên Amerîkî bawer dikin ku ev êrîş hem derfeta gihîştina bi rêkeftineke ewlehiyê ji holê radikin û hem jî dibin sedem ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bibe dijmin. Berpirsekî Amerîkî ji malperê re gotiye: "Netanyahu li her derê xeyalan dibîne û bi destê xwe derfetên dîplomatîk têk dide."
Tevî van hişyariyan, duh 1ê Berçile artêşa Îsraîlê dest bi operasyonan li gundewarê parêzgeha Quneytreyê kir. Li gorî medya Sûriyeyê, hêzên Îsraîlê ketine nav gundê "Ebû Qubeys" û ji bo tirsandina welatiyan gule berdaye asîman.
Herwiha hêzeke din a pêkhatî ji tank û otombêlên leşkerî ketiye nav girê "Cemeriye" li bakurê Quneytreyê. Îsraîlê li bajarokê "Cebata Xeşab" xaleke kontrolê daniye.
Hêzên Îsraîlê hişyarî daye rûniştvanên gundê "El-Aşe" ku nêzîkî zeviyên çandiniyê yên sînorê Colanê nebin. Tê zanîn ku piştî rûxana rejîma Esed, binpêkirin û leşkerkişandina Îsraîlê li Quneytre û Derayê rojane berdewam e û ziyan digihîje sivîlan.
Li gorî zanyariyan, baregehên leşkerî yên Îsraîlê li gelek deverên Sûriyeyê, ji Lûtkeya Çiyayê Hermon heta Hewza Yermûk belav bûne û heşt baregeh li Quneytreyê û yek jî li Derayê hene.
