Elewiyên Tirkiyeyê êrîşên Elewiyan li Sûriyeyê şermezar dikin
Stenbol (K24) – Elewiyên Tirkiyeyê ev 10 roj in di derheqê êrîşên li dijî Elewiyên li Suriyeyê de xwenîşandan dikin. Dê roja Sêşemê jî li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê bicivin. Civaka Elewiyan êrîşên hêzên hikûmeta Şamê yên li dijî Elewiyan û pêkhateyên din şermezar dikin û dixwazin li Suriyeyê bila sîstemeke nenavendî ava bibe û her pêkhate xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Vê dawiyê ji bajarên wekî Hama, Tartus, Lazkiye û Humusê dîmenên êrîşên li dijî elewiyan belav bûn û ev pirsgirêk elewiyan li Tirkiyeyê jî anî ser xet. Dehan saziyên sivîl ên elewiyan nêzikê 10 roj in bi xwenîşandan û civînên rojnamevanî nerazîbûna xwe radigihînin û banga rawestadina êrîşan dikin.
Çalakvanekî Elewiyan diyar dike ku, heta ku li Şamê deshilateke demokratîk ava nebe, dê metirsiya komkûjiyê ya li ser hemû pêkhateyan û bi taybet elewiyan berdewam be.
Çalakvanê Civaka Elewî Sezgîn Kartal ji K24ê re got: “Ger em li Suriyeyê hêviya welatekî aşitîxwaz û miroveperwer bikin, divê li wir çarenûsa bilyonan elewiyan û pêkhateyên din ne di bin metirsiya HTŞyê de be. Li Suriyeyê fermanberên elewî ji kar tên dêrxistin û mûçeyên xanenişînan nayê dayîn û berê wan bo birçîbûnê tê dayîn. Elewiyên Suriyeyê daxwaza sîstemeke nenavendî dikin û herwiha dixwazin li parlamentoye jî nûnertiya wan were kirin. Divê parlamento nûnertiya hemû xelkê Suriyeyê bike û Suriye bibe welatekî demokratîk. Lê şûna vê yekê Suriye di bin rêveberiya HTŞyê de dibe welatekî zordest.”
Hefteya borî Papa serdana Tirkiyeyê kiribû. Çalakvanekî din ê elewiyan jî eşkere dike ku, wan bi riya Keşeyê Giştî yê Stenbolê Bartholomeos xwestine ku Papa bangeke taybet bo rawestindina êrîşên bi ser elewiyan bike.
Serokê Komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultan Aydin Denîz dibêje: “Em digel Keşeyê Giştî yê Stenbolê Bartholomeos civiyan. Me li ser komkûjiya elewiyan raporek 150 rûpelî da Bartholomeos û alîkarî jê xwest. Bartholomeos telefona Tayyîp Erdoganî kir. Erdoganî, gotiye ew dikare bi yek telefonî komkûjiyê rawestîne lê hin çeteyên dervayî hikûmeta Şamê van karan dikin. Lê Bartholomeos dij derketiye û gotiye li gor rapora di destê min de komkûjiya elewiyan ji aliyê hêzên hikûmetê ve tên kirin. Erdoganî jî ew rapor ji Bartholomeos xwetsiye. Herwiha Bartholomeos soza da me ku digel Papayî jî vê pirsgirêkê biaaxife daku Papa bangek bo rawestandinâ komkûjiya elewiyan bike.”
Piştî ketina Beşar Esedî bi taybet piştî meha Adarê li bajarên rojavayê Suriyeyê li dijî Elewiyan êrîş hatin kirin. Li gor Tora Mafê Mirovan a Suriyeyê heta niha di wan êrîşan de nêzikê hezar Elewî hatine kuştin.
