Fêstîvala Şanoyê ya Kirmanşanê bi xelatkirina berhemên serketî bidawî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Fêstîvala Şanoyê bi beşdariya heşt komên hunerî birêve çû. Di fêstîvalê de ku çar rojan dewam kir (27-30ê Mijdarê), berhemên herî baş hatin hilbijartin.

Li gorî biryara komîteya nirxandinê, her du şanoyên bi navê "Argoman" û "Hesp ajalekî Seyr e" wekî baştirîn karên şanoyî hatin destnîşankirin û xelatkirin.

Nivîskar û derhêner Haşim Pûrmuhemedî ku yek ji xelatgirên fêstîvalê ye, ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Ez gelek spasiya xelkê hunerdost ê Kirmanşanê dikim ji bo wê piştevaniya germ. Bi serbilindî vê xelata xwe pêşkêşî hemwelatiyên xwe dikim."

Herwiha Mihemed Beg Mihemedî ku xelata baştirîn lîstikvan wergirt, kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez kêfxweş im ku fêstîval bû cihê razîbûna hemûyan. Hêvîdar im em bikarin di xizmeta çand û ferhengê de berdewam bin."

Di çarçoveya fêstîvalê de, şanoyên wekî "Argoman", "Rojhilata Navîn", "Çîroka Mîna" û "Were bi Min re bo Dojehê" li pênc holên ciyawaz ên bajêr hatin pêşandan.

Ji bilî pêşandanê, sê xûlên taybet ên nivîskarî, lîstikvanî û derhêneriyê jî bi beşdariya mamosteyên ji parêzgeha Kirmanşan û Tehranê hatin lidarxistin.

Armanca vê çalakiyê ku wekî yek ji bûyerên girîng ên parêzgehê tê naskirin, geşepêdana hunera şanoyê, danûstandina ezmûnan û bexşîna hêviyê ji bo xelkê hate diyarkirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment